Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompeo li Hewlêrê civiyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

9 Çile 2019 - 15:13
9 Çile 2019 - 15:13
 0
Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompeo li Hewlêrê civiyan

Îro Çarşembî 9ê Çileya 2019an, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo bi rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê.

Mike Pompeo û şandeya pê re piştî hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî, li bajarê Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin û civîna navbera herdu aliyan dest pê kir.

Wezîrê Derveyê Amerîkayê di berdewamiya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, biryar e li gel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî hevdîtinê bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina li Wezîrê Derve yê Amerîkayê li Hewlêrê nîşan daye û ragihandiye: “Me civîneke berhemdar encam da.”

Nêçîrvan Barzanî li ser twîtera xwe herwiha gotiye: “Me civîneke berhemdar li gel Mike Pompeo encam da û me gotûbêj li ser bêtir bihêzkirina pêwendiyên du alî û guhertinên herî dawîn ên navçeyê kir.”

Ev nûçe bi tevahî 1120 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:01:16