Yek ji rêveberên Hevpeymaniya Çarçoveya Hemangiyê Hadî Amrî daxwaz ji rêveber û aliyên siyasî yên Iraqê kir, dest ji zimanê tundiyê berdin û bêdengiya siyasî û çapemeniyê helbijêrin.
Îro 31.08.2022yê Hadî Amrî peyamekî de ragehand: ‘’Hemû birayên rêveber, hêz û aliyên siyasî sond dixwim bêdengiya siyasî û çapemeniyê rabigehînin û gotarên nerm bidin, ku em hemû pê kom bibin.’’
Herwaha got: ‘’Xwe ji daxuyaniyên rik û kîn belav dikin dûr bigrin. Derveyî gehandina peyama Husên li hember dadpweriyê û şerxwaziyê û red kirina stûxwariyê li hember zaliman di wan rojên Husênî de ti tiştekî din nekin.’’