Iraq: Heta niha zêdetirî 2 hezar k.m çargoşre ji axa Iraqê mayinkirî maye

Wezareta Jîngehê ya Iraqê ragihand, 4 hezar û 600 k.m çargoşer ji koma 6 hezar û 700 k.m çargoşe mayin hatine paqijkirin û 2 hezar û 100 k.m çargoşe jî li benda paqijkirinê ne.

26.08.2023, Cts - 16:30

Iraq: Heta niha zêdetirî 2 hezar k.m çargoşre ji axa Iraqê mayinkirî maye
Nuçe Belav bike

Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Mayinan li Wezareta Jîngehê ya Iraqê Sebah Huseynî ragihand, wan li deverên cuda yên Iraqê 4 hezar û 600 k.m çargoşe mayin paqij kirine. Tekez kir jî, deverên mayinkirî li metirsiyên rasteqîne ser jiyana xelkê û projeyên ku li deverên gundewarî têne encamdan çêdikin.

Sebah Huseynî da zanîn jî, rêjeya pîsbûna jîngehê li Iraqê ji encama mayînkirina navçeyên cuda ji salên 1960î û heta şerê li dijî DAIŞê gelekî bilind e.

Herwiha got, wan ji sedî 59ê deverên mayinkirî paqij kirine û niha bi aliyên pêwendîdar ên her du wezaretên navxwe û berevaniyê re hevahengiyê dikin ji bo paqijkirina hemû deverên mayinkirî.

Li gorî zanyariyên berdest, 6 hezar û 700 k.m çargoşe qada mayinkirî li xaka Iraqê hatiye tomarkirin û 2 hezar û 100 k.m çargoşe jî li benda tîmên rakirina mayînan in.

Tekez kir jî, ew hewl didin metirsiya li ser jiyana gundiyan û xwediyên kar ên ku projeyan li wan navçeyan encam didin, nehêlin.

Li gor amarên Ajansa Giştî ya Karûbarên Mayînan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, di sala 2022an de li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê du milyon û 316 hezar û 756 metre çargoşer mîn û teqemenî hatine paqijkirin.

Li gor amaran, di encama bermahiyên şerê Iraq û Îranê di salên 1980ê de û herwiha şerê li dijî DAIŞê, şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de li Herêma Kurdistanê, heta niha zêdetirî 700 k.m çargoşe ji xaka Herêma Kurdistanê weke deverên metirsîdar ên mayinkirî ne û li benda rakirina mayîn û paşmayên şer in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 427 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:32:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x