Iraqê nameyeke nerazîbûnê da Îranê

Wezareta Derve ya Iraqê li ser bombebarankirina çend deverên Herêma Kurdistanê bang li Balyozê Îranê yê li Bexdayê kir û nameyeke nerazîbûnê daye wî.

30.09.2022, Cum - 05:03

Iraqê nameyeke nerazîbûnê da Îranê
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Iraqê roja Pêncşemê 29ê Îlona 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber bombebarankirina çend deverên Herêma Kurdistanê û kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl di rojên borî de, wan bangî Balyozê Îranê li Bexdayê Mihemed Kazim El Sadeq kiriye.

Di daxuyaniyê hat gotin, “Serokê nivîsgeha welatên cîran a Wezareta Derve Îhsan Ewadî, nerazîbûneke tund pêşkêşî Balyozê Îranê kir û tê de Hikûmeta Iraqê ew tawan şermezar kir ku bi baweriya wî berdewamiya destdirêjiya hêzên Îranê ye li dijî serweriya Iraqê ye ku sivîlan dike armanc, di kûrahiya bajaran de.”

Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir ku name her kiryareke ji bo tirsandina sivîlan red dike. Daxwaz ji Balyozê Îranê kir ku rêzê li serweriya Iraqê bigire, li gor peymanên navdewletî pabend bin û ji mantiqa leşkerî û zimanê çekan dûr bikevin ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê.

Êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê bo ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê ku di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn, rastî karvedaneke berfireh a navdewletî hat, bi taybetî Amerîkayê bertekeke tund nîşan da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:58:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x