Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.
Mesrûr Baranî derbarê hevdîtina ligel Mihemed Şiya Sûdanî de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Hevdîtina me ya ligel Serokwezîrê Iraqê di dema xwe de û berhemdar bû.”
Mesrûr Barzanî ragihand, di civînê de pirsa hevahengiya di warên enerjî, ewlekarî û bûdce de hatiye gotûbêjkirin.