Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî pêşhateyên dawî gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşhatên derbarê rewşa Iraqê de gotûbêj kirin.

21.01.2023, Cts - 18:14

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî pêşhateyên dawî gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 21ê Çileya 2023yan ji bo beşdarbûna merasima bîranîna rêberê olî yê Şîeyan Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm serdana Bexdayê kir.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de hevdîtinek ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêk anî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên derbarê rewşa Iraqê û pêşxistina hemahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatin gotûbêjkirin.

Her wiha di vê civînê de behsa karê hevbeş ê di navbera herdu aliyan de hat kirin, bi taybetî di warê yasayên petrol û gazê, bûdceya Iraqê û hewlên parastina sînoran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:46:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x