Parlamentoya Iraqê pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê gotûbêj dike

Li ser daxwaza Parlamentarên Kurd, di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de, dê gotûbêj li ser pişka Herêma Kurdistanê j bûdceya federalî bê kirin.

09.09.2023, Cts - 15:47

Parlamentoya Iraqê pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan, çend parlamenterên kurd îro 9ê Îlonê daxwaz kirin ku xaleke li bernameya civîna îro ya parlamentoyê bê zêdekirin, ji bo gotûbêjkirina li ser pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê.

Her wiha hat zanîn, parlamenterên Kurd daxwaz kirin ku pişka Herêma Kurdistanê ya ku di yasaya bûdceyê de hatiye diyarkirin bê cîbicîkirin û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve bên şandin.

Ji aliyê xwe ve, Ofîsa Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê ragehand, li ser daxwaza Serokê Parlamentoya Iraqê, Komîteya Darayî dê debarê dahatên petrolê û şandina mafên darayî, mêvandariya her du wezîrên darayî yên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Her îro Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî îro Şemiyê ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên derbarê yasaya bûdceyê de bicih aniye. Derbarê pirsa petrolê de jî, li gorî pêwîstiyên Wezareta Petrola Iraqê, petrol radestî hikûmeta Iraqê hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 621 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:29:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x