Şandeya Herêma Kurdistanê li Bexdayê çi kir?

Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi pêşengiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, doh çûbû Bexdayê.

15.09.2023, Cum - 11:55

Şandeya Herêma Kurdistanê li Bexdayê çi kir?
Nuçe Belav bike

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Aboriyê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Civata Wezîran Omîd Sebah û Sekreterê Dîwana Wezîran Amanc Rehîm pêk hatibû.

Hevdîtina bi Serokwezîrê Îraqê re

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî re civiya.

Serokwezîr Barzanî, piştî hevdîtinê bi rêya hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek da û amaje pê kir ku divê pirsgirêk li gorî destûra bingehîn û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Mesrûr Barzanî herwiha da zanîn ku divê mûçeyên karmendan û budceya Herêma Kurdistanê nebin mijara nakokiyên siyasî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê li gorî berpirsiyariyên xwe tevdigere û got:

“Birêz Sudanî jî anî zimên ku ji bo pirsgirêk li gorî destûra bingehîn werin çareserkirin amade ye.”

Li aliyên din, Ofîsa Serokweziriyê ya Îraqê jî li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî vê daxuyaniyê Sudanî diyar kiriye ku “Ew ji bo pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de bi awayekî mayînde çareser bibin amade ye.”

Hevdîtina bi Serokkomarê Îraqê re

Serokwezîr Barzanî û şandeyê pê re piştî wê hevdîtinê bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re civiyan.

Li gorî Serokkomariya Îraqê, di vê hevdîtine de qala pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê hat kirin.

Letîf Reşîd destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku pirsgirêk li gorî destûrê werin çareserkirin.

Serokkomarê Îraqê herwiha got ku divê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê di wextê xwe de bên dayîn.

Letîf Reşîd bal kişand ser mijara Kerkûkê jî û ragihand ku divê ji meseleya Kerkûkê re jî çareserî were dîtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî daxuyand ku divê ji bo mijarên budce û mûçeyan çareseriyeke mayînde were dîtin.

Hevdîtinên bi Ebadî, Xemîs Xencer û Elawî re

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Nasrê Heyder Ebadî, Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer, Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî Eyad Elawî re jî civiya.

Serokwezîr Barzanî, di van hevdîtinan de bal kişand ser mafên rewa yên Herêma Kurdistanê.

Barzanî diyar kir ku divê mafên gelê Herêma Kurdistanê nebin mijara nakokiyan û gelê Herêma Kurdistanê mafên xwe yên rewa bi dest bixe.

Mesrûr Barzanî ji van nûnerên Îraqî xwest ku piştgiriyê bidin mafên gelê Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî van hevdîtinan daxuyaniyek da çapemeniyê.

“Ez xweşbîn im”

Barzanî, li ser hevdîtinên li Bexdayê got, “Ez xweşbîn im ku dê ji van hevdîtinan ji bo xelkê Kurdistanê encamên erênî derkevin.”

Serokwezîr Barzanî herwiha da zanîn ku “Em bibiryar in mafê Herêma Kurdistanê yên destûrî biparêzin.”

Hevdîtina bi Helbûsî re

Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi pêşengiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî re jî civiya.

Di vê hevdîtinê de jî mijarên budce û mûçeyan hatin guftûgokirin.

Mesrûr Barzanî, da zanîn ku wî di vê hevdîtinê de jî bal kişandiye ser mafên gelê Kurdistanê û got:

“Min dupat kir ku divê mafên aboriyê yên Herêma Kurdistanê û mûçeyên karmendan nebin mijarên nakokiyan.

Divê karmendên li Herêma Kurdistanê êdî li benda bidestxistina mafên xwe nemînin.

Me bi bîra her kesî xist ku ku Herêma Kurdistanê berpirsiyariyên xwe anîne cih û em li bendê ku Hikûmeta Îraqê jî heman tiştî bike.”

Hevdîtina bi Nûrî Malikî re

Şandeya Herêma Kurdistanê, bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî re jî civînek kir.

Nûrî Malikî, piştî civînê daxuyaniyek da rojnamegeran û got:

“Ji bo me ya girîng ev e ku gelê me yê Kurd jî wekî tevên gelên li Îraqê di bin sîwana hikûmeta xwe de bijî.

Îraq welatekî dewlemed e, bi ya min tevên pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dikarin werin çareserkirin.”

Malikî herwiha destnîşan kir ew hêvîdar e ku dê pirsgirêka budceyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de jî were çarserkirin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:58:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x