Serokwezîrê Iraqê: Hikûmet ciddî ye Helebce weke parêzgeheke Iraqê binirxîne

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di civîna çapemeniyê ya piştî civîna asayî ya Encûmena Wezîrên Iraqê de bersiva pirsa Rûdawê ya derbarê Helebce da.

04.01.2023, Çar - 05:43

Serokwezîrê Iraqê: Hikûmet ciddî ye Helebce weke parêzgeheke Iraqê binirxîne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku ew dê li ser biryara ku Helebce bibe parêzgeh bixebitin û got, "Hikûmet bi cidî ye ku Helebce weke parêzgeheke Iraqê binirxîne."

‘Piştgiriya Helebce erka me ye’

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ya derbarê Helebce weke parêzgeh bê ragihandin, Sûdanî got: “Hikûmet bi ciddî ye ku Helebce weke parêzgeheke Iraqê binirxîne, ji ber ku Helebce gelek tiştan heq dike. Erkê me ye ku em piştgiriya Helebce û şêniyên wê bikin. Bedelên mezin dan û xwîna xwe dan. Em dê di paşerojê de li ser vê biryarê bixebitin”

Yekem car di 22ê Îlona 1999ê de biryara ku Helebce bibe parêzgeh ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hat dayîn. Piştre jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê heman biryar girtin.

Helebce bi 120 hezar nifûsa xwe ji yek navçe û çar nahiyeyan pêk tê: Navçeya navendî ya Helebce û taxên Xurmal, Biyare, Bemo û Sîrvan.

4ê Helebce, Herêma Kurdistanê; Biryare roja 3ê Adara 2014ê bibe parêzgeha 19ê ya Iraqê, lê Hikûmeta Iraqê heta îro Helebce wek parêzgeh nasnekiriye. Herwiha bajar di warê xizmetguzarî û geşepêdanê de ne parêzgehek e.

Biryara ku Helebce bibe 4emîn parêzghea Herêma Kurdistanê û 19mîn parêzgeha Iraqê di 3yê Adara 2014an de hat dayîn, lê hikûmeta Iraqê heta îro Helebce wek parêzgeh nasnekiriye. Herwiha bajar di warê xizmetguzarî û geşepêdanê de weke parêzgeh nayê hesibandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x