Artêşa Sûriyê êrîşî grûpên ser bi Tirkiyê ve kir: 9 çekdar hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrîşa Hêzên Hikûmeta Sûriyê ya li dijî grûpên ser bi Tirkiyê de li gundê Basûfanê yê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, 9 çekdar hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

30.06.2022, Per - 06:50

Artêşa Sûriyê êrîşî grûpên ser bi Tirkiyê ve kir: 9 çekdar hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Hêzên ku ji Artêşa Sûriyê û grûpên ser bi Îranê ve pêk tên, di dema guhertina nobedariyê de grûpa Feylaqul Şam de ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, bi mûşekê wesayîta leşkerî kirin hedef.

Berpirsê Ragihandinê yê grûpa Feylaqul Şam Seyf Raad ji Ajansa Anadoluyê re ragihand ku Hêzên Hikûmeta Sûriyê, bi mûşekên germahiyê çekdarên wan hedef girtine.

Raad diyar kir ku di êrîşê de 9 çekdarên wan hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Li aliyê din çavkaniyên herêmî yên Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku 8 kes hatine kuştin.

Li aliyê din Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di nûçeya xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku “9 endamên Feylakul Şam hatine kuştin”.

SOHRê jî ragihand ku wesayîta leşkerî bi mûşeka germahiyê hatiye hedef girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 516 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:54:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x