Li dêreke Şamê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li Dêra Mar Elyasê ya Şama paytexta Sûriyeyê teqînek çêbû û li gorî agahiyên destpêkê bi dehan kuştî û birîndar hene.

23.06.2025, Pts - 10:45

Li dêreke Şamê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Dêra Mar Elyasê dêreke naskirî ye û li herêma Duweylayê ya li rojhilatê Şamê ye.

Teqîn bû sedema xisareke mezin a madî û gelek kuştî hene.

Hêzên ewlehiyê piştî teqînê çûn cihê bûyerê û wan tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di teqînê de herî kêm 22 kes hatine kuştin û 53 kes jî birîndar bûne.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku ew êrişeke xwekujî ye kesekî xwe li nav Dêra Mar Elyasê teqandiye.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê amaje bi wê yekê jî kir ku ew kes çekdarê DAIŞê bûye û got:

“Êrişkar destpêkê gule berdana û paşê jî kemeraya bombekirî ya bi xwe teqandiye.”

Li aliyê din, Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa di peyamekê de êriş şermezar kir û got:

"Ev karê tirsonek li gel wan nirxên welatîbûnê yên ku me hemûyan tîne cem hev, nagunce.

Em wekî Sûriyeyî, tekeziyê li ser girîngiya yekrêziya niştimanî û aştiya civakî dikin û xurtkirina pêwendiyên biratiyê yên di navbera hemû pêkhateyên civakê de dixwazin.” 

 

Vî nûçeyê tevayî: 86 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:06:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x