Nûnerê Sûriyê: Pirsa Kurd li Sûriyê nîne, li Tirkiyê heye

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî (NY) ku di heman demê de Serokê Şanda hikûmeta Sûriyê ye li civînê Nur Sultanê, Beşar Caferî dibêje, “Li Tirkiyê pirsa Kurd heye, ti peywendiya Sûriyê bi vê yekê ve nîne. Kurd beşekî dîrokî û erdnîgarî ne ji civaka Sûriyê û em bi vê yekê şanaz in.”

12.12.2019, Per - 06:48

Nûnerê Sûriyê: Pirsa Kurd li Sûriyê nîne, li Tirkiyê heye
Nuçe Belav bike

Li Nur Sultana paytexta Kazaxistanê, 14mîn cîvina garantorên Sûriyê birêve çû û Serokê Şanda Hikûmeta Sûriyê Beşar Caferî jî îddîa kir ku li Sûriyê pirsa Kurd nîne û got ku ew daxwazên ji bo xweseriyê red dikin û ev daxwaz cudaxwazî ye.

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şedadî ya, “Gelo we pirsa Kurdî di gera 14emîn ya Astanayê de gotûbêj kir?” Beşar Caferî got, “Eger mebesta te pirsa Kurdî li Sûriyê ye, ti pirseke Kurdî li Sûriyê tine ye, pêkhateyeke sûrî ye Kurd, di nav civaka xwe de em şanaziyê pê dikin, ew beşeke ji dîrok û cografya me , serokomar li Sûriyê hebûn bi eslê xwe Kurd bûn, serokwezîr li Sûriyê hebûn bi eslê xwe Kurd bûn, mamostayên zanêngehê û fermandarên artêş û polîsan hebûn bi eslê xwe Kurd bûn.”

Di dewama bersiva xwe Caferî got, “Pirsa Kurdî li Sûriyê tine ye, li cem we Tirkiyê pirsa Kurdî heye ev tiştekî din e û ne girêdayî Sûriyê ye.”

Derbarê pirsa diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, nûnerê Sûriyê got, “Diyalog di navbera hikûmeta Sûriyê li aliyekî din û di nav de pêkhateya Kurd de tê kirin, diyalogeke sûrî sûrî ye li Şamê tê kirin, ne li Cinêv, ne li New York û ne jî li paytexteke din tê kirin. Deriyên Şamê vekirî ne, deriyên hikûmeta Sûriyê ji bo her kesê di avakirina siberoja Sûriyê de beşdar bibe vekirî ne.”

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê, “Di daxuyaniya hevbeş de tekezî li ser wê yekê hate kirin, ku hemû alî hemû şêweyên Rêveberiya Xweser red dikin, gelo ev helwesta fermî ya Şamê ya?” Caferî got, “Ev jî armanca sereke ya lidarxistina kongireya Soçiyî bû ku bi biryareke girîng derket, ew jî tevlîbûna di nav Komîteya Nivîsandina Destûr bû. Yê ku di vê derbarê de xwedî nerîn be, dikare tevlî wê bibe û di her pirsekê de nerîna xwe pêşkêş bike. Lê ev karûbarê Sûriyê û divê hemû alî fêr bibin, ku ligel biryayê xwe yê sûrî diyalogê bikin û ne ligel kesên biyanî li dijî birayê xwe yên sûrî. Belê daxuyaniya îro hemû şêweyên Rêveberiyên Xweser red kir, ji ber ku ev şêweyeke ji şêweyên cudaxwaziyê ye, lewma ti cihê ti daxwazeke cudaxwaziyê li ser li Sûriyê tine ye.”

Beşar Caferî got jî, “Helwesta fermî derbarê diyalogê, helwesteke fermî ye, weke tu dizanî, car caran diyalog tê kirin, ku hikûmeta Sûriyê jî hêvî dike, birayên me yên Kurd vegerin hembêza dewleta Sûriyê û xwe nexin nav erebeya Amerîka ku tenê berê wan dide şikestê, yekîtiya niştîmanî li Sûriyê tê xwestin, piştî 8 salan ji şerê terorê li dijî Sûriyê cihê wan kesan nîne ku bixwazin berdewamiya bidin vê lîstikê. Sûriyê niştîmanper yê paqij ku sûd ji Sûriyê wergirtiye divê vî welatî biparêze û hevkariya ti hêzeke dujiminkarane neke ku li dijî berjewendiya gelê Sûriyê kar dike.”

Li aliyê din li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê, di daxûyaniya dawiyê ya gera 14emîn a civînên Astanayê de tekezî li ser pabendbûna bi hêz, serwerî û yekparçetiya axa Sûriyê hatiye kirin û tevahiya ecindayên cudaxwaz jî, hatine redkirin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê diyar jî kiriye ,ku di civîna îro de li bajarê Nur Sultan a Kazaxistanê hewlên kontrolkirina zeviyên petrolê yên Sûriyê hatine redkirin û tekezî li ser vegerandina desthilata Sûriyê hatiye kirin. Di heman daxûyaniyê de hatiye ku di civînê de tekezî li ser jinavbirina rêxistinên terorîst ên li Sûriyê jî hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 968 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:21:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x