Ryan Dîllon derbarê pevçûnên di navbera ASA û leşkerên Amerîkî de daxûyanî da

Berdevkê Koalîsyona dijî DAIŞ’ê Ryan Dillon dîyar kir ku hêzên wan, li Minbic ya li bakurê Sûrîyê, liser êrîşa Çekdarên Artêşa Sûriya Azad ku Tirkîye piştgirîyê dike, daxûyanî belav kir.

30.08.2017, Çar - 08:28

Ryan Dîllon derbarê pevçûnên di navbera ASA û leşkerên Amerîkî de daxûyanî da
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku CNN’ International'ê de cih digire tê gotin ku; "Berdevkê Koalîsyona dijî DAIŞ’ê Ryan Dillon da zanîn ku Çekdarên Artêşa Sûriya Azad ku Tirkîye piştgirîyê dike, êrîşî leşkerên Amerîkî kiriye."

Dillon dîyar kir ku hefteya borî, ser êrîşa serhildayan wan bersîv daye û piştre hêzên koalîsyonê vekişîyane cîhekî ewle.

Berdevkê koalîsyonê da zanîn ku di êrîşan de ti kes nehatîye kuştin û birîndar nebûye.

Dillon di ser ajansa Reutersê re ji Tirkîyê xwest ku ji serhildayan re ragihîne ku ‘’Êrîşbirina ser koalisyona ku Amerîka pêşengîya wê dike nayê qebûl kirin’’

Minbic, di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk de ye. Leşkerên Amerîkî, li wê herêmê Cıvata Leşkerî ya Minbicê perwerde dike.

Reuters
Vî nûçeyê tevayî: 1138 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:05:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x