AFAD: Li 10 parêzgehan 76 mirî û 440 birîndar hene

Li navçeya Pazarcik a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê di demjimêr 04:20 xulekan de erdhejeke bihêz rû da, di encamê de bi dehan kesan canê xwe ji dest dane û hejmarek ji avahiyan hilweşîne.

06.02.2023, Pts - 07:27

AFAD: Li 10 parêzgehan 76 mirî û 440 birîndar hene
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) derbarê erdheja Mereşê de ragihand ku li 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 76 kesan canên xwe ji dest dane û 440 kes jî birîndar bûne.

AFAD dibêje: “Li Mereş, Hatay, Osmaniye, Semsûr, Dîlok, Riha, Amed, Meletî û Edenê bi tundî hest bi erdhejê hatiye kirin. Li gor zanyariyên destpêkê niha li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Edene, Semsûr û Meletiyê 76 welatiyan canê xwe jidest dane. Li Mereş, Hatay, Edene, Osmaniye, Amed, Meletî, Riha û Kilîsê 440 welatiyên me birîndar bûne.”

AFAD dibêje: “Demjimêr 04:17an erdheja ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû, di serî de li bajarên Mereş, Hatay, Edene, Osmaniye, Amed, Meletî û Rihayê li bajarên derdorê bi tundî hest pê hatiye kirin. Piştî erdheja yekem a herî mezin bi pileya 6.6, 42 erdhejên din çêbûn.”

Parêzgarê Mereşê Omer Faruk Coşkun derbarê erdhejê de ragihand ku zerareke zêde heye û niha ne pêkan e hejmara avahiyan hilweşiyayî, mirî û birîndaran bidin.

Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan ragihand ku ji ber erdhejê 16 avahî hilweşiyane, 17 kesan canê xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.

Parêzgarê Amedê Ali Îhsan Su ragihand, “Di erdhejê de 6 avahî hilweşiyan, 6 welatiyên me canê xwe jidest dan û 79 welatiyên me birîndar bûn.”

Parêzgarê Semsûrê Mahmut Çuhadar ragihand, di erdhejê de hejmareke zêde ya avahiyan hilweşiyane û 28 kesan canê xwe jidest dane.

Erdheja li Mereşê, li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyê jî hest pê hat kirin.

Herwiha ji bo rêvebirina hevahengiya erdhejê, parêzgarê Qeyseriyê bo Mereşê, parêzgarê Mêrsînê bo Hatayê, parêzgarê Mêrdînê bo Dîlokê, parêzgarê Dêrsîmê bo Semsûrê, parêzgarê Çewlîgê bo Osmaniyê û parêzgarê Sêwazê bo Meletiyê hat erkdarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 667 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:27:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x