Di pevçûnê de birazî birîndar bû, apê wî jî hat kuştin.
Li gorî agahiyan, li taxa Kemertaşê ya Erxeniyê ji ber sedemeke nediyar di navbera Şeref T. û biraziyê wî Hasan T. de nîqaş derket.
Piştî ku nîqaş gur bû her duyan gule berdan hev.
Tîmên tenduristiyê Şeref T. rakir Nexweşxaneya Erxeniyê û Hasan T. jî veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.
Ap Şeref T. li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Li aliyê din, birîna biraziyê wî Hasan T. jî xedar e.