Amed: Zarokê 15 salî bavê xwe kuşt!

Li navçeya Hezroyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 15 salî bavê xwe kuşt.

02.10.2023, Pts - 12:14

Amed: Zarokê 15 salî bavê xwe kuşt!
Nuçe Belav bike

Li navçeya Hezroyê zarokekî (İ.G.) 15 salî bavê xwe (T.G.) yê 35 salî kuşt.

Li gorî agahiyan, dema ku bavê wî di xew de bû zarok gule berdaye serê wî.

Tîmên tendirustiyê T.G. rakir nexweşxaneyê lê wî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din, zarokê gumanbar ji cihê bûyerê reviya.

Ekîban, cenazeyê T.G. rakir Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

İ.Gyê ku reviyabû piştî demekê xwe radestî polîsan kir.

Li gorî nûçeya DHAyê zarokê 15 salî di îfadeya xwe de gotiye ku “Bavê min tim li min û dêya min dixist.”

İ.G. herwiha da zanîn ku wî ji ber vê tundûtûjiyê bavê xwe kuştiye.

Li aliyê din, zarok piştî karûbarê îfadedayînê hat girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 455 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:12:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x