Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Şemiyê 12ê Mijdara 2022ê ragihand ku li parêzgehên Agirî û Îdirê dijî PKKê “Operasyona Payîz-Zivistan-12 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.
Wezareta Navxwe dibêje, dê operasyon li parêzgehê ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Agirî û Îdirê ve bê birêvebirin û 1017 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar dibin.
Ji zivistana 2021ê ve artêşa Tirkiyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKê dest bi rêze operasyonên xwe yên bi navê “Eren Zivistan” kiriye û ew operasyon îsal jî berdewam in. Yekem operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta ya sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.
Piştî wê operasyonê, artêşa Trikiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dan destpêkirin û heta niha jî li ser wan operasyonan berdewam e.