Li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiye operasyonên artêşa wî welatî bidawî nabin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wî welatî li sînorê parêzgehên Hatay, Osmaniye, Kilis û Dîlokê ku wek Çiyayên Amanosê tê naskirin dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-8 (Çiyayên Amanos)” kiriye.
Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hat belavkirin, operasyona bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-8” îro Înê 4ê Mijdara 2022ê bi beşdarbûna 1216 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiriye.
Ji zivistana 2021ê ve Artêşa Tirkiyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê li dijî gerîllayên PKKê dest bi rêze operasyonên xwe yên bi navê “Eren Zivistan” kiriye û ew operasyon îsal jî berdewam in. Yekem operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta ya sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan dest pê kir ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.
Piştî wê operasyonê, Artêşa Trikiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.