Artêşa Tirkiyê li Colemêrgê operasyoneke leşkerî da destpêkirin

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên artêşa Tirkiyê berdewam in. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku artêşa welatê wan li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, operasyoneke leşkerî daye destpêkirin.

28.10.2022, Cum - 11:03

Artêşa Tirkiyê li Colemêrgê operasyoneke leşkerî da destpêkirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 28ê Cotmeha 2022ê ragihand, li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgêve li dijî PKKê “Operasyona Payîz-Zivistan-5 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.

Wezareta Navxwe ragihandiye ku dê operasyon li navçeya Geverê, ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Colemêrgê ve bê birêvebirin û 688 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar bibin ku ji 43 tîman pêk tê.

Doh 27ê Cotmehê jî li parêzgeha Dêrsim ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Dêrsîm û Erzînganê ve bi hevbeşî hatibû destpêkirin û 548 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 426 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:49:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x