Artêşa Tirkiyê û PKKê amarên nû yên şer belav kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) a baskê leşkerî yê PKKê ragihand ku di şerê li herêmên Avaşîn û Gare yên Herêma Kurdistanê de 13 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. Artêşa Tirkiyê jî ragihand, li Herêma Kurdistanê 5 gerîla canê xwe ji dest dane.

29.10.2022, Cts - 10:46

Artêşa Tirkiyê û PKKê amarên nû yên şer belav kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya HPGê, di şerê 24 demjimêrên borî de li herêma Avaşîn û Gareyê bi hêzên Tirkiyê re, 13 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê 28ê Cotmeha 2022an diyar kir ku 5 gerîlayên PKKê li Herêma Kurdistanê bi êrîşa dronan canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê 18ê Nîsana 2022an, li herêma Avaşîn, Metîn û Zapê yên Herêma Kurdistanê li dijî PKK dest bi operasyonekê kir.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku heta niha 437 gerîlayan canê xwe ji dest dane û 63 leşkerên wan hatine kuştin. HPG jî dibêje, 2 hezar û 179 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 144 gerîlayan canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 736 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:55:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x