CNK: Ala Kurdistanê û Serok Barzanî xeta sor a bi milyonan kurd e

Êrîşên HDPê û hevalbendên wê yên demokratkirina dewleta dagirker ji xwe re kirine armanc, bo nirxeên neteweyî yên Kurdistanê ro bi roj dewam dike.

13.06.2022, Pts - 15:21 [ Güncellenme: 14.06.2022, Sal - 14:40 ]

CNK: Ala Kurdistanê û Serok Barzanî xeta sor a bi milyonan kurd e
Nuçe Belav bike

CNK\'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de êrîşên hovane yên li ser nirxên KURD û KURDISTANÊ û êrîşa devkî û fîzîkî ya li dijî nûçegihanê çapemeniya Kurd di bûyerên dawî de bi tundî hatin şermezarkirin. Tevahiya daxuyaniya CNK’ê wiha ye:

Bo Kurdistaniyên ezîz û xebatkarên hêja yên medyayê

Êrîşên HDPê û hevalbendên wê yên demokratkirina dewleta dagirker ji xwe re kirine armanc, bo nirxeên neteweyî yên Kurdistanê ro bi roj dewam dike. Di hesabên medyaya civakî yên rojnameya Yeni Yaşamê ku ser bi HDPê ve ye, di vîdeonûçeyan de tê dîtin ku di dema çalakiya HDPê ji bo Rêberê PKKê li Kadikoya Stenbolê kom dibin HDPyî êrîşa fîzîkî li peyamnêrê Stenbolê yê Guruba Medyayî ya Rudawê dikin û heqaret û dijûnan jî li Serok Mesûd Barzanî dikin.

Di her firsendê de HDPyî û hevalbendên wê êrîşî Ala Kurdistanê, Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên fermî, hêza meşrû ya parastina Herêma Kurdistanê Pêşmerge û herî dawî jî êrîşî Rêberê Damezrîner ê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin. Em van êrîşên tirsokane û bêedebî yên HDPê û hevalbendên wê bi tûndî şermezar dikin. Em destûrê nadin ew xeyalên HDPê û hevalbendên wê ji bo dijberiya Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê dibinin pêk werin û careke din em aşkere dikin her kî êrîşî nirxên neteweyî bike dê me li hemberî xwe bibine.

Li aliyê din em aşkere jî dikin bêdengiya wan aliyên bi navê goya ‘’Tiffaqa Kurdistanî’’ bi HDPê re hevkariyê dikin û ji êrîş û dijûnên HDPê û hevalbendên wê yên ji bo nirxên neteweyî û Serok Barzanî re bêdeng in bi tenê di dema hilbijartinan de û ji bo berjewendî û kursiyan nirxên neteweyî bi bîrtînin.

Weke Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê, em bang li wan hemû aliyên di bereya dagirkerên Kurdistanê de cih girtine re dikin. Ala Kurdistanê, serweriya Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên fermî, Rêberê Damezrîner ê Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî xeta sor a bi milyonan kurd e. Êrîşên û heqaretên bi vî rengî yên li nirxên neteweyî yên Kurdistanê, ne cuda ne jî êrîşên dagirkeran li berxwedana azadiyê ya milletê me.

Herî dawî em bang li HDPê dikin ku dawiyê li wan êrîş û heqaretan li beramber nirxên neteweyî yên Kurdistanê bîne û sînoran di navbera Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de ava neke.

Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê

CNK

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 716 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x