HPGê û artêşa Tirkiyê amarên şerê sê rojên dawî eşkere kirin. Li gor HPGê di şer û pevçûnan de 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî 11 gerîlayan canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ku îro 8ê Mijdara 2022ê li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye, li herêma operasyona Pençe Kilîd li nav axa Herêma Kurdistanê de 11 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye daxuyaniyek belav kiriye û dibêje di şer û pevçûnên navbera gêrîlayên wan û artêşa Tirkiyê de 5 serbaz hatine kuştin.
HPG diyar dike ku di rojên 6-7ê Mijdara 2022ê de di encama çend çalakiyên hêzê wan de ew 5 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e.