Li 14 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê 14 dever û navçe 15 rojan ji çûnûhatina welatiyan re hatin qedexekirin.

13.12.2023, Çar - 06:17

Li 14 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, li 14 dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hat ragihandin.

Li gor biryarê, li wan deveran ji 12ê Kanûna Pêşînê heta 26ê Kanûna Pîşînê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Welatî nikarin biçin

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li tawanan û her pêşhateke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê herwiha hişyarî daye welatiyan ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran.

Divê were gotin ku beşeke zêde ya xelkê Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dike.

Bi vê biryara parêzgariyê gelek herêmên Şirnexê hatine qedexekirin ku xelk çar demsalan ajelên xwe lê diçêrîne.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de berdewam qedexeya çûn û hatinê li herêmê tê ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 280 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:29:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x