Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 7 otomobîl li hev qelibîn, 19 kes birîndar bûn.
Bûyer, îro li ser rêya Agirî-Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî gundê Şorbulakê çêbû.
Di bûyerê de 3 mîdîbûsên Şaredariya Giyadînê, barhilgirek, du otomobîl û wesayîteke rêveberiya trafîkê li hev qelibîn.
Di encama lihevketina 7 wesayîtan de 19 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê hatin şandin.
Her 19 birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, bûyer ji ber mij û moranê çêbûye.