Li navçeya Bismilê ya Amedê di bûyereke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest da.
Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê ji paş ve li barhilgirekê da.
Şeva borî li nêzîkî gundê Ofê yê Bismilê otomobîlekê ji paş ve li barhilgireke ku ka hilgirtibû da.
Di bûyerê de kesên bi navên F.G. (32) û K.G. yên di nav otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman cenazeyên her du welatiyan ji nav otomobîlê derxistin û ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.
Li gorî amarên Serokatiya Trafîkê ya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê, di 10 mehên destpêkê de li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 461 hezar û 10 bûyerên trafîkê çêbûne.
Di wan bûyeran de 2 hezar û 525 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 300 hezar û 281 kes jî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.