Li Amedê pevçûna malbatan: 12 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 malbat bi dar û keviran bi hev ketin û di pevçûnê de 12 kes birîndar bûn.

02.12.2023, Cts - 09:53

Li Amedê pevçûna malbatan: 12 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Bûyer, şeva borî li taxa Batiçanakçiyê ya navçeya Rezana Amedê çêbû.

Li gor zanyariyan zarokên 2 malbatan li kolanê pev çûne û piştî demekê malbatên wan jî beşdar bûne.

Malbatan bi kevir û daran êrişî hev kir. Di pevçûna her du malbatan de 12 kes birîndar bûn.

Li ser agahdakirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndarek bir nexweşxaneyê û yên din jî li cihê bûyerê hatin dermankirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin û li taxê tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:17:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x