Li Bakurê Kurdistanê rêyên gelek gundan hatine girtin

Piştî berfê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê rê hatin girtin.

10.12.2023, Paz - 17:46

Li Bakurê Kurdistanê rêyên gelek gundan hatine girtin
Nuçe Belav bike

Li parêzgehên Wan, Mûş, Bêdlîs, Colemêrg, Sêrt û Agirî xebatên vekirina rêyan ji aliyê tîmên Saziya Rêyên Bejahî ve tên kirin.

Rêvebirê 11emîn Saziya Herêmê ya Rêyên Bêjahî Hasan Ali Arslan got:

“Em bi hezar û 448 karmendan kar û xebatên berfê dikin.

Me ji bo xebatên berfê amadekariyên xwe temam kirine.

Me nêzîkî 16 hezar ton xwê û nêzîkî 20 hezar ton xêx depo kirine.

Li tevahiya herêma em li 4 parêzgehan û du navçeyan kar dikin.”

Hasan Ali Arslan herwiha ji şofêran xwest ku dema berf dibare tekerên zivistanê bi kar bînin.

Ji bilî Riha û Mêrdînê li hemû bajarên Bakur berf û baran e

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bilî bajarên Riha û Mêrdînê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê baran û berf dibare.

Li bajarên Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan, Colemêrg, Mûş û Bêdlîsê berf dibare.

Herwiha ji bo bajarên Erzîngan û Dêrsîmê di asta zer de hişyariya barana gur hat dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:32:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x