Li Diyarbekirê di kargehekê de teqînekê rûda

Li kargeheke çêkirina bafûnan ya li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Diyarbekirê teqînekê rûda û di teqînê de karkerekî canê xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.

12.11.2022, Cts - 08:19 [ Güncellenme: 12.11.2022, Cts - 11:20 ]

Li Diyarbekirê di kargehekê de teqînekê rûda
Nuçe Belav bike

Li Herêma Pîşesaziyê ya Amedê di kargehekê de teqîn çêbû. Di emcama teqînê de karkerek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan teqîn îro serê sibehê di kergeheke fafûnê de pêk hat.

Sedema teqînê jî asêbûna xaza makîneyek bûye. Xaza ku asê bûye teqiyaye û di encamê de kesek mir û 4 karker jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, UMKE, agirkuj, tendirustî û cendirmeyan bo cihê bûyerê şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil a Amedê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:24:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x