Li Êlihê di merasîma aşitiyê de pevçûna du malbatan: 7 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera dû malbatan de 7 kes birîndar bûn. Şer di merasîma lihevanîna herdû malbatan de destpêkir.

05.11.2022, Cts - 07:05

Li Êlihê di merasîma aşitiyê de pevçûna du malbatan: 7 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Duh 4ê Mijdara 2022ê li gundikê Şeyhçoban yê ser bi gundê Bedyan yê girêdayî parêzgeha Êlihê, Serokê Şaredariya Bajorokê Girêsîra Huseyîn Geylanî ligel çend rûspî û pêşengan, endamên malbata Aslan û Yucel ji bo li hevanînê bi merasîmekê anîn ba hev ku pêştir li ser pirsgirêka erd di navbera wan de alozî hebû.

Li gor zanyariyan di merasîmê de di navbera ciwanên herdû aliyan de nîqaş derket û piştre şer derket.

Di şerê bi dar û keviran yê di navbera herdû malbatan de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan ya Êlihê û çend nexweşxaneyên taybet yên li parêzgehê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:27:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x