Li Rihayê 2 bûyerên trafîkê: 11 birîndar

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di du bûyerên trafîkê de 11 kes birîndar bûn.

06.12.2023, Çar - 06:25

Li Rihayê 2 bûyerên trafîkê: 11 birîndar
Nuçe Belav bike

Her du bûyer jî şevê din yek li navçeya Siwêregê (Girê Sor) û yan din jî li navçeya Xelîliyeyê çêbû. Di her du bûyeran de 11 kes birîndar bûn.

Şevê din li ser rêya Siwêreg-Amedê otomobîla bi şofêrtiya Îbrahîm Yildiz û barhilgira bi şofêrtiya Kasim Alçiçek li hev qelibîn.

Di bûyerê de 4 jî zarok 9 kes birîndar bûn.

Di bûyerê de şofêr jî ligel kesên bi navên Rahime Çin (44), Mihrima Gul Tato (2), Saadet Yilmaz (60), Humeyra Tato (10), Nurat Tato (37), Ecrin Nur Tato (4), Servet Turan (49) û Muhammed Ali Turan (3) ên di nav otomobîlê de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Her şevê din di bûyereke din a trafîkê de li navçeya Xelîliye ya Rihayê 2 kes birîndar bûn.

Li navçeya Xelîliye otomobîla bi şofêrtiya Adil Demir û otomobîleke din bi şofêrtiya Ali Demirli li Xaçerêya Gobeklitepeyê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de her du şofêr birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxaneyên bajêr.

Tê gotin ku rewşa tenduristî ya Ali Demir xirab e û metirsî li ser heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:40:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x