Li Rihayê di şerê du malabatan: 2 bira hatin kuştin

Li navçeya Xelîliye ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 welatiyên birayên hev di encama şerê di navbera du malbatan de bi çekê hatin kuştin.

01.11.2022, Sal - 08:11

Li Rihayê di şerê du malabatan: 2 bira hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan duh 31ê Cotmeha 2022ê li taxa Îpekyolu ya girêdayî navçeya Xelîliye, endamên du malbatên ku pêştir di navbera wan de nexweşî hebû di navbera wan de şer derket.

Di şer de çek jî hatin bikaranîn û 2 kesên birayên hev ên bi navên Mustafa Avcî (43) û Cebraîl Avcî (30) di şer de bi giranî birîdar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hewldanên pizîşkî herdû birayan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin hêzên ewlekariyê çûne cihê bûyerê û ji bo destserkirina kesên tevlî bûyerê bûne dest bi lêkolînê kirine.

Van demên dawî li parêzgeha Rihayê bûyerên şer û kuştinan zêde bûne. Herî dawî 24ê vê mehê jî li navçeya Wêranşar a wê parêzgehê di şerê di navbera dû malbatan de 2 xwendekarên dibistanê ku temenê wan di navbera 13-14 salan de bûn hatibûn kuştin û 9 kesên din jî birîndar bibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:33:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x