Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû rojev Şêx Seîd e: Kê çi got?

Navê “Bulwara Şêx Seîd” a ku rêya Xarpêtê û rêya bajarê Amedê dike yek, bi carekê re Şêx Seîd li Tirkiye û Bakurê Kuristanê kir rojev.

13.12.2023, Çar - 13:35

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû rojev Şêx Seîd e: Kê çi got?
Nuçe Belav bike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm bi rê ve dibe, 6ê Kanûna Pêşînê li ser hesabê xwe yê tora civakî dîmenên xebatên Bulwara Şêx Seîd parve kirin.

Vê parvekirinê bi carekê re hemû rojev guhert.

TKP: Şêx Seîd ji bo Înglîzan îsyan kiriye

Rêxistina Amedê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) têkildarî Bulwara Şêx Seîd daxuyanî da û got:

“Şêx Seîd, li dijî Komarê xîlafet parastiye û ji ber vê jî serî hildaye”

Şêx Seîd ne li ser navê Kurdan, li ser navê xilafetê ji welat hat derxistin.

Ew kesayetiyek e ku li ser navê qesrê, bi navê Vahdetîn û ji bo berjewendiya emperyalîzma Îngilîzan îsyan kiriye.

Em wekî Komunîstên Kurd, naxwazin rê, kolan û cadeyên me bi kesên ku xilafet, begîtî û axatî parastine û dijminatiya komarê kirine bên binavkirin.”

Piştî van gotinan, gelek partiyên din li dijî TKPyê derketin.

HAK-PAR: Bi hedê xwe zanibin

HAK-PARê di daxuyaniya xwe de got:

“Li Kurdistanê rakirina navê Şêx Seîd pêngaveke girîng e. Divê piştgirî bê dayîn.

Navê Şêx Seîd li bulwara Farqîn û Xerpêtê hatiye kirin û dereng jî mane. Lêborîneke dereng mayî ye.

Em hêvî dikin ku cihê gorên wan jî werin eşkerekirin. Hindik jî be dê ji bo birîna me bibe derman.

Rêxistina TKPyê ya Amedê bi hişmendiyeke yekperest, înkarok û Kemalîst daxuyaniyan dide.

Neviyê celadên komkujiyê ku qaşo rojnameger in, ji nirxê Kurdan Şêx Seîd re gotinên çepel ên ku nayên zimên kirine.

Di vê rewşê de şert e ku em ji kesên nayên zanîn çi ne re bibêjin ‘Bi hedê xwe zanibin.”

PWK: Em şowenîstên dijminê miletê Kurd şermezar dikin

Partiya Weletparêzên Kurdistanê (PWK) jî li ser mijarê daxuyanî da û got:

“Hinek kes û aliyên ku berdewamiya Îtîhad Terakiyê ne û bi navê çeprewîtî yan rastrewîtiyê tevdigerin, bi ziman, nêrîn, helwest û haletî rûhiya ku yên Şêx Seîd îdam kiriye, êriş û bêrêzîyê li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd dikin.

Em van kes û aliyên şowenîst, nîjadperest û dijminên mirovahiyê, dijminên miletê Kurd in şermezar dikin.

Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e.”

TKH: Şêx Saîd sembola dijitiya şoreşê ye

Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê (TKH) jî beşdarî vê nîqaşê bû û di daxuyaniya xwe de got:

“Şêx Seîd semboleke li dijî şoreşê ye. Rakirina vî navî, bi eşkerehî dijminatiya Komar, layîqî û pêşketinê ye.

Em li hemberî vê serî netewînin. Banga me ji hêzên welatparêz, kedkar ên vî welatî re ye, li ber xwe bidin!”

Umit Ozdag: Çima we qeyûm tayîn kir?

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag jî bertek nîşanî navê Şêx Seîd da û got:

“Madem we dê navê Şêx Seîd rakiriba, çima we qeyûm tayîn kir? HDPyê jî ev dikir.

Hûn berdewam bikin. Eger dema wê hat em dê navê mêrxasê Amedê Ziya Gokalp li bulwarê bikin.”

“Hemû gelê Amedê vê rêyê wisa nas dike”

Rêveberekî Şaredariya Mezin a Amedê bersiv da Ozdag û got.

“Beriya niha 12–13 salan şaredariya DBPyê navê Şêx Seîd li bulwarê kir, ne me lê kir.

Em wekî şaredariya mezin rê nû dikin û ji bo gelê xwe xizmetê dikin.

Qeyûm ev nav lê nekiriye, navekî fermî ye ku hemû gelê Amedê vê rêyê wisa nas dike. Ev nîqaş ne pêwîst in.

Mijarên ji derveyî xizmetê, me eleqeder nakin. Em li xizmetê temaşe dikin, em naxwazin bikevin nava nîqaşên siyasî.”

Di daxuyaniyeke ku li ser navê Rêxistinên Civakê yên Sivîl ên Îslamî hat kirin de wiha hat gotin:

“Ev zewalên nîjadperest çawa ku dijminatiya hemû tiştên li ser navê Îslamê dikin, bi dijminatî êrişî dîrok, nasname û hemû nirxên me jî dikin.”

Heqaretên Fatîh Altayli

Li aliyê din, rojnameger Fatîh Altaylî di bernameya xwe ya televîzyonê de nerazîbûn nîşanî navê Şêx Seîd da û heqaretên gelekî giran li Şêx Seîd kirin.

Altaylî îdia kir ku Şêx Seîd “Bi Îngilîzan re hevkarî kiriye” û heqaretên giran ên di asta çêran de lê kirin.

Nahit Eren: “Êrişkirina nirxên Kurdan hewqasî ne hêsan e”

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşanî van heqaretên Altaylî da û ragihand ku “Êrîşkirina nirxên Kurdan hewqasî ne hêsan e.”

Eren di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev êrişeke qirêjî ye û got:

“Em dê li hemberî êrîşa qirêj a li dijî Şêx Seîd bêdeng nemînin.

Ev zîhniyeta ku xwe xwediyê welat ê tekane dibîne, berpirsiyarê vê rewşe ye ku em tê de ne.

Baroya Amedê dê giliyên pêwîst bike. Êrişkirina nirxên Kurdan hewqasî ne hêsan e.”

Herwiha Baroya Amedê derheqê Altayli de gilî tomar kir.

PWKyê bersiv da Altayli: Em we şermezar dikin

Li ser vê yekê, Partiya Weletparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand:

“Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e. Heqareta li Şêx Seîd tê kirin, di eslê xwe de li miletê Kurd tê kirin.

Ji ber wan heqaretên ku li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd hatine kirin, Fatîh Altayli û hemû kes û aliyên çepgir an rastgir ên ku berdewamiya Îtîhad Terakiyê ne, şowenîst, nîjadperest û dijminên miletê Kurd in, protesto û şermezar dikin.

Em piştgirîya wê doza ku Baroya Amedê li dijê Fatih Altaylî vekirîye dikin.”

DEM Partî: Hedê xwe bizanin!

DEM Partiyê li hemberî axaftinên Fatîh Altaylî û nîqaşên hatine kirin bertek nîşan da û got:

“Ji bo gelê Kurd ti nirxê heqaret û gotinên van kesan nîne.

Şêx Seîd û rêhevalên wî berxwedaneke mafdar meşand. Ji ber vê sedemê jî ew nirxekî mezin ê gelê Kurd e û dê her tim wisa were bibîranîn.

Kesên ku heqaretê li nirxê me dikin bila hedê xwe zanibin.”

Serkan Ramanli: Em dê ji Altaylî hesab bipirsin

Parlamenterê HUDA PARl yê Êlihê Serkan Ramanli li hemberî heqaretên ku li dijî Şêx Seîd hatine kirin got:

“Hinek zewadên bêşeref ku di aliyê rûmetê de fikreke wan nîne li dijî Hezretî Şêx Seîd Efendî heqaret kirine û zimandirêjî kirine.

Eger mîratgirên Şêx Seîd Efendî destûrê bidin me, em dê di çarçoveya ‘heqareta li hemberî bîranîna kesan’ de li pêşberî hiqûqê hesab ji Fatîh Altayli bipirsin.”

Parlamenterê AKPyê: Em dê li hemberî zewadên bêterbiye dozê vekin

Parlamenterê AK Partiyê yê Erzurumê Parêzer Abdurrahîm Firat ku nêviyê Şêx Seîd e jî têkildarî heqaretan daxuyanî da:

“Em dê li dijî hinek zewadên bêterbiye û bêexlaq ên ku çêr ji Şêx Seîd Efendî re kirine dozê vekin.

Şêx Seîd Efendî ne bê xwediye.”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel: Divê em rêzê li êşên gel bigirin

Serokê CHPyê Ozgur Ozel di bernameyekê de pirsa pêşkêşkêşvan a “Şêx Seîd xayîn e yan qehreman e?” bersivand û got:

“Em dizanin serhildana Şêx Seîd di eslê xwe de li dijî komarê ye lê divê em rêzê li wan pirsgirêkan bigirin ku dema dema tepeserkirina vê serhildanê dilê gel êşandine.”

Herwiha pêwîst e em ji dîrokê dersê wergirin.”

Ensarîoglu: Ez nîqaşan qebûl nakim

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Mehmet Salîm Ensarioglu jî beşdarî nîqaşan bû û got:

“Ez gotinên li hemberî Şêx Seîdê ku wekî nirxekî yê wê herêmê ye qebûl nakim.

Ji bilî kûrkirina cudabûnê ti armanca van kesan nîne ku van gotinan dikin.

Em ji hemû nirxên civakê re rêzê digirin û wekî bîra aştiyê dibînin.

Min berê jî anîbû ziman, pêwîst e cihên gorên Şêx Seîd, Seîd Nursî, Seyîd Riza bên eşkerekirin.”

ÎYÎ Partiyê piştî van gotinên wî Ensarîoglu sewqî disiplînê kir.

Kurşad Zorlu: Em gotinên Ensarîoglu qebûl nakin

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu, di heqê Salîm Ensarîoglu de got:

"Em vê daxuyaniya Parlamenterê Stenbolê birêz Salîm Ensarîoglu bi ti awayî qebûl nakin.

Ti pêwendiya nerîneke wiha bi partiya me re nîne û dê ji niha û pê ve jî nebe."

Ensarîoglu li ser axaftina Zorlu got: Yên li dijî vê bifikirin dê xeletiyê bikin

“Min ti carî cihêkarî nekiriye lê di rewşeke awarte de mirov hatine darvekirin. Ez bo şert û mercên wê demê tiştekî nabêjim lê nedana cenazeyan berovajî nerîna min e.

Divê em ji xeletiyan re bêjin xeletî. Yên di wê demê de xeletî kirine hatine darvekirin lê nedana cenezeyên wan çima ewqasî dereng dimîne ez wê fam nakim.

Yê ku berovajî vê bifikire Kurd jî be û Tirk jî be dê xeletiyê bike. Ez li ser sîstemê û xeletiya ku hatiye kirin diaxivim.

Em dikarin nîqaşê li ser bikin. Eger vê mijarê wekî meseleyeke partiyê yan jî cihêkariyê bibînin ez dê xemgîn bibim.”

Înce: Şêx Seîd xayîn e

Serokê Partiya Memleketê Muharem Înce jî got:

“Şêx Seîd xayîn e. Ez di vê mijarê de gelekî zelal im. Ez alîgirê Mustafa Kemal Ataturk im.”

Bakirhan: Şêx Seîd nirxê gelê Kurd e

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan derbarê Şêx Seîd de peyamek belav kir.

“Şêx Seîdê Kal rûmetê gelê Kurd e û serbilindiya me ye. Di têkoşîna hebûna gelê xwe de xwedî xîreteke mezin e û di vê rêyê de gelek berdêl dane.

Em li dijî şexsê wî bêhurmetî û heqeretan qebûl nakin û wan kesên ku heqeretan dikin şermezar

Neviyê Şêx Seîd: Em heqaretan li xwediyê wan vedigerînin

Neviyê Şêx Seîd û serokê komeleya Şêx Seîd Kasim Firat bersiv da heqaretan û got:

“Em bi neçarî vê daxuyaniyê didin. Ji ber ku kengî behsa Şêx Seîd tê kirin kes an komên ku nayê zanîn kî ne dest bi êrişê dikin.

Di kesayeta Şêx Seîd de heqaret li gelê Kurd tê kirin.

Em heqaretên hatine kirin qebûl nakin û li xwediyê wan vedigerînin.

Dema em van dibêjin em wan kesan mixatap nagirin. Ango em ne ji destikê derî, ji xwediyê derî re dibêjin. Em ji Komarê bixwe re dibêjin.

Ji ber ku Şêx Seîd bi armanca înkar û îmhakirina gelê Kurd hat bidarvekirin.

Beriya sed salî çi be îro jî ew sîstem berdewam dike.”

Şêx Seîd û serhildana wî

Şêx Seîd sala 1865an li navçeya Palûyê ya Xarpêtê ji dayik bû û li Bakurê Kurdistanê şêxekî giring û navdar ê terîqeta Neqşîbendiyan bû.

Şêx Seîd li bajarê Xinisê yê Erziroma Bakurê Kurdistanê xwendina xwe ya olî qedand.

Serokê Komeleya Serxwebûna Kurdistanê bû û li gel hinek parlamenterên Kurd ên mezin û serkirdeyên Kurd ên wê demê biryar da, li dijî hikûmeta Komara Tirkiyeyê û tevgera nijadperest a Kemalîstan serhildanê bike.

Armanca şoreşa wan serxwebûna Kurdistanê bû û roja 13ê Sibata 1925an şoreşê dest pê kir.

Serhildana Şêx Seîd di dîroka Kurdên Bakurê Kurdistanê de serhildaneke berfireh e ku li 14 bajar û navçeyan belav bûbû.

Di heman demê de serhildana yekem bû ku piraniya pêşengên wê bi hev re hatin bidarvekirin.

Dema ku serhildanê berdewam dikir havlingê Şêx Seîd, Serdar Qasim (Qaso), îxanet li serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî kir û ew li ser pira Evdirehman Paşayê hatin desteserkirin.

Şêx Seîd û hevalên xwe 10ê Gulana 1925an derketin pêşberî Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Amedê.

Nêzîkî 50 rojî darizandina wan berdewam kir.

Dadgehê 28ê Hezîrana 1925an, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de biryara îdamê da.

28 kes 29ê Hezîrana 1925an, li Meydana Deriyê Çiyê ya Amedê ya ku niha bi navê “Meydana Şêx Seîd” tê naskirin, hatin bidarvekirin.

Rêvebirê demê Şêx Seîd û rêhevalên wî bi dizî spartin axê û hîn jî cihê gora wan nayê zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 759 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:06:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x