PDK-Bakurê kongreya xwe li Cizîrê li dar xist

Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) ragihand ku wan destpêka îsal 12emîn kongreya xwe li dar xistiye.

03.04.2024, Çar - 15:04

PDK-Bakurê kongreya xwe li Cizîrê li dar xist
Nuçe Belav bike

PDK-Bakurê bi daxuyaniyekê nivîskî diyar kir ku 12emîn kongreya wan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatiye lidarxistin.

PDK-Bakurê da zanîn diruşmên pêvejoya pêş kongreyê û dema kongreyê “Şefafiyet, hevdû têgihîştin, bihêzkirina yekitiya navxweyî, yekrêziya neteweyî ya niştimanî û nûjenî” bûn.

PDK-Bakurê kongreya xwe ji aliyê rêxistinî, nirx û hêjayiyên siyasî ve wekî serkeftinekê pênase kir.

Li gorî daxuyaniyê, heyamekê piştî kongreyê civîna Meclisa Partiyê jî pêk hat.

Meclisa Partiyê, bêyî ku navê sekreterê hatiye hilbijartin û navên endamên Meclîsa Partiyê eşkere bike, biryarên hatine dayîn bi daxuyaniya li jêr pêşkêşî raya giştî kirin:

“Li karên demê amadekariya kongreyê û li kongreyê ji destpêkê heta dawî hemî kar li gorî diruşmên pêvejoya kongreyê û bi îradeya hevbeş a nûneran biusûl û qaîdeyên demokrat meşiya.

‘Dengdan veşartî û hejmartin eşkere hatin kirin’

Biryarên hatin dayîn û hilbijartina organan ji aliyê hemû nûneran ve bi usûla demokrat, li gorî prensîba ‘dengdana veşartî û hemartina eşkere’ hat cîbicîkirin.

Kongreya me ya 12emîn bi vê zanîn û berpirsiyariyê dest pê kir û hat rêvebirin û bi serkevtî bi dawî hat.

Piştî silavkirina Komiteya Amadekariyê û axaftina Serokê Partiyê, kongre, bi alaya Kurdistanê û wêneyên serokê neteweyî nemir Barzanî, şehîd Faîk Bucak û Seîd Elçî û bi rawestandina rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên doza Kurd û Kurdistanê destpê kir.

Ji bo rojevê pêşniyarî hat pêşkêşkirin û pejirandin. Li gorî pêşniyaran listeya nûneran bi îmza û destnivîsa wan hat diyarkirin.

‘Rojev bi yekdengî hat pejirandin’

Ji bo rêvebirina kongreyê dîwaneke ji sê nûneran hat hilbijartin û kongreyê wisa dest bi karê xwe kir.

Rojev bi yek dengî hat pejirandin.

Delegeyan li ser pêvejoya siyasî û li ser rewşa partiyê nêrînên xwe, pirs û boçûnên xwe anîn ziman û biryarên pêdivî hatin dan.

Pergela rêxistinî hat guhertin

Partiya me pergala xwe ya rêxistinî guhert. Serokatî rakir û li rêveberiya sekreteriyê vegeriya.

Di kongreya 12mîn de guherîna herî girîng di temsiliya partiyê de pêk hat.

Heta niha kongreyên partiyê, serokê partiyê û organên din meclis û desteya disiplînê cuda hildibijart.

Destûra partiyê hat guhertin

Di Kongreya 12mîn de destûra (peyrewa) partiyê hat guhertin. Serokatî hat rakirin, sekreterî hat qebûlkirin.

Li gorî bendên nû yên peyrewa kongreyê, Meclisa Partiyê tê hilbijartin, meclis jî ji nav endamên xwe yekê wekî sekreter hildibijêre.

Meclis, bi piraniya dengan sekreterê partiyê hildibijêre û dikare bi piraniya dengan biguhere. Sekreter bi desteya rêvebir û meclisê re partiyê bi rê ve dibe.

Kongre 12mîn organên partiyê û Meclisê û Komiteya disiplinê hilbijart.

Sekreterê partiyê hat hilbijartin

Meclisa partiyê jî di civîna xwe ya yekemîn de sekreterê partiyê û berpirsiyarên din endamên desteya rêvebiriyê hilbijart.  

Kongreyê logoya partiyê guhert

Di logoya nû de ku piraniya nûneran ji bo wê logoyê biryar da ku perçeyekî ji keleha Amedê tê de ye.

Navê partiyê û sala damezirandinê 1965 cih digirin. Rojek derdikeve, navê partiyê û sal ser nivîsiye.

Partî dê di xebat û çalakiyên xwe de logoya heta niha jî bi kar bîne. Herwisa alayek ku li ser zemîna zer PDK-Bakur dinivîse, ew jî dê bê bikaranîn.

PDK-Bakur ser xeta xwe rêbaza Barzanî û şêweyê xebata xwe ya rêxistînî-siyasî aştiyane, eşkere û rewa berdewam dike.

‘PDK-Bakur li ser rêbaza Barzanî dimeşe’

PDK-Bakur, partiyeke neteweyî û demokratîk e û li bakurê welat ser rêbaza Barzanî kar û xizmetên ji bo doza milet û welatê me dimeşîne. Ser vê xeta xwe bênavber berdewam dike.

Partiyên demokrat xwedî misyonekî fikrî û siyasî ne. Bîrewerî û stratejiya PDK-Bakur ji vê serçaviyê xwedî dibe.

Partiyê sala 2013yan li Kongreya xwe ya 10mîn derbarê şêweyê xebat û têkoşîna partiyê de, biryara xebateke bi rê û rêbazên sivîl, demokratîk û aştiyane dabû.

Ew biryar sala 2016an li Kongreya 11mîn jî hatibû tekezkirin. Îro jî em li ser vê biryarê berdewam dikin.

‘PDK-Bakur partiyeke neteweyî û demokratîk e’

PDK-Bakur, partiyeke neteweyî û demokratîk e, li ser bingehên demokrasiyê siyasetê dike, şêweyê xebat û rêxistina eşkere û rewa, wekî bingehê xebata xwe dipejirîne.

Di vê çarçoveyê de partî, ji bo bicihkirina armancên siyasî, neteweyî, xebateke sîvîl, demokratîk û aştiyane dimeşîne, li gorî şert û mercan derfetên yasayî bi kar tîne.

Şêweyê kar û xebatên partiyê xebateke yasayî, eşkere û rewa ye.

Di vê çarçoveyê de hemî kar, xebat û çalakiyên siyasî, civakî, çandî, perwerdeyî yên partiya me dê eşkere û li ber çavan bin.

Doza gelê Kurd dozeke siyasî ye, dozeke rewa ye û ji bo doza maf û azadiyên gelê me yê bindest, kar û xebat û rêxistin, mafê me ye, mafekî rewa ye, hiqûqî û yasayî ye jî.

Partî ser vê xeta xwe û şêweyê xebat û têkoşînê berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de me ji bo damezirandina partiyeke yasayî kar kir û îro jî ev xebat di rojeva me de ye û pêwist e. Em dê li ser vî karî berdewam bin.

‘Têgeha PDK-Bakur pir partiyatiya demokratîk e’

PDK-Bakur, girêdayî prensîb û nirx û norm û hêjayîyên gerdûnî yên navdewletî û rojavayî ye.

PDK-Bakur, wekî di kongreyên xwe yên berê de biryar daye, dubare tekez dike:

Baweriya xwe bi pirdengî û pir rengîniya (pluralîzma) civakî û siyasî dihîne. Maf û azadiya ifadekirina hizr û baweriyên cûrbecûr, ji bo jîyana demokratîk, aramî, aştiyê û ji bo pêşveçûnên civakî, siyasî û aborî sedemê (şertê) sereke ye. Li nav partiya me dijminahiya Kurd û Kurdistaniyên xwedî bîr û hizrên cûda û rexistinên wan nayê qebulkirin û xeta sor e.

‘Partiya me di xebata siyasî de bikaranîna zorê weke navgîneke siyasî napejirîne’ 

Ji bo normalîzebûna siyasetê, pêwîst e siyaset ji zordestiyê, ji tundûtujiyê, ji bikaranîna şîdetê bê parastin.

PDK-Bakur, di xebat û xizmeta siyasî de bikaranîna şidet û zordestiyê red dike û bi ti awayî qebûl nake. Têkoşîna sivîl, demokratîk û aştiyane derfeta ramanên ku pêdiviya gelê me pê heye, peyda dike.

Di vê çarçoveyê de, partiya me gengeşeyên ku li Tirkiyeyê derbarê guherîna zagona bingehîn de dibe, bi giringî li qelem dide.

Pêşniyariya me ji bo hemî aliyên Kurdî û Kurdistanî ew e: Di vê mijarê de li gorî doz û daxwazên rewa yên gelê me pêşniyariyên hevbeş bên diyarkirin û aliyê Kurd û Kurdistanî bi hemî aliyan re ji bo bicihkirina daxwazên hevbeş tevbigerin.

Hemî Kurdistanî li Kurdistanê wekhev in. Herwiha PDK-Bakur di çarçoveya maf û azadiyên olî û bawermendî yên gerdûnî de rêz û hurmeta hemî ol, mezheb, bîr û hizrên bawermendiyê digire, maf û azadiyên hemiyan parastî ye.

‘PDK-Bakur konê Kurdewarî û Kurdistanîbûnê ye’

PDK-Bakur, li ser rêbaza Barzaniyê Nemir Partiya niştimanperwerî, demokrasî, hevdemî û modernizmê ye û PDK-Bakur konê Kurdewarî û Kurdistanîbûnê ye.

Di bin vî konî de ji hemî Kurdistaniyên dilsoz re singê me vekiriye, em amade ne bi hev re xizmeta doza gelê xwe bikin.

Partiya me, ji sala 1965an vir de xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, xwedî misyon û hêzeke xurt e, di nav xelk û civaka Kurdistanê de jî rihên xwe bi cih kirine.

Em bawer in, dê xelkê me di zûtirîn demê de li dora partiya xwe ya yasayî bicive û di bin alaya rengîn de bigihije xwezî û hêviyên xwe.”

Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:49:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x