Şırnex: Çawîşê ku 'jinek tacîz kir' hat derbkirin

Li Şirnexê çawîşekî pispor ê bi tohmeta ku jinekê tacîz kiribû hat derbkirin.

13.04.2024, Cts - 09:40

Şırnex: Çawîşê ku 'jinek tacîz kir' hat derbkirin
Nuçe Belav bike

Li taxa Dîcleyê ya Şirnexê doh êvarê çawîşekî pispor ê bi navê Z.Ç. ku tê îdiakirin şerxeş bûye jinek tacîz kiriye.

Li gorî zanariyan xelkê derdorê jî ji bo ku mudaxaleyî tacîzê bikin, li çawîşê pispor daye.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku kesek li erdê dirêj bûye û paşê li bajêr alozî derketiye.

Tîmên tenduristiyê çawişê pispor rakir newxweşxaneyê û hat ragihandin ku rewşa wî giran e.

Herwiha hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û 4 kes hatine desteserkirin.

Parêzgariya Şirnexê darbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê fermanberê giştî yê bi navê Z.Ç bi îdiaya taçîzê ji aliyê grûpeke qerebalix ve hatiye derbkirin.

Di dxaxuyaniyê de hat ragihand ku tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û Z.Ç. biriye nexweşxaneyê.

Parêzgariyê da zanîn ku derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û 4 gumanbar hatine desteserkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:02:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x