Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabriel îro 18-12-2017, li Berlîna paytexta Almanyayê hevdîtinek pêk anîn û piştî hevdîtinê civîneke hevpar a çapemniyê saz kirin.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabriel ragihand, ku ji destpêka şerê DAIŞê wan alîkarî daye Herêma Kurdistanê û Iraqê û da xuyakirin, ku welatê wî dê alîkariyên xwe berdewam bike.
Sîgmar Gabriel destnîşan kir, ku li dijî DAIŞê serkeftineke giring hatiye bidestxistin û divê destkeftên vê serkeftinê jî di qonaxa piştî nemana DAIŞê de werin parastin.
Gabriel da xuyakirin, ku ew dixwazin di navbera Hewlêr û Bexdayê ji nû ve dguftugo dest pê bike û banga qebûlkirina danûstandinan ji Bexdayê kir û got, ku ew dê piştgiriyê bidin hewldana çareserkirina pirsgirêkan.
Wezîrê Derve yê Almanyayê tekez kir, ku ew piştgirî didin Iraqekî yekgirtî û lê divê Iraq jî pirsgirêkên xwe yên navxwe, bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bike.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya venxwendiya Almanyayê kir û da zanîn, ku armanca serdana wan ew e, ku pêşkeftinên dawîn ên li herêmê, rewşa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê li gel berpirsên bilind ên Almanyayê gotûbêj bikin.
Nêçîrvan Barzanî bi bîrxist ku di dema şerê DAIŞê de Almanyayê bi şandina çek û teqemenî, herwiha bi tîmên şêwirmendên leşkerî perwerdekirina pêşmergeyan û herwiha bi çareserkirina pêşmergeyên birîndar alîkariyeke mezin daye Herêma Kurdistanê