Wezareta Pêşmerge eşkere kir, Wezîrê Pêşmerge û Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hevpeymanan, li ser proseyên çaksazî, perwerde, rahênana hêzên Pêşmerge civiyan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, îro sêşemê 24ê Gulana 2022yan, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ligel Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hevpeymanan ê li Herêma Kurdistanê Kolonel Leonovich civiya.
Wezareta Pêşmerge eşkere kir, di civînê de ku Şêwirmendên Bilind ên Serbazî Bextiyar Mihemed û Hejar Umer jî amade bûn, gotûbêjên têr û tije li ser proseyên çaksazî, perwerde, rahênan û rêkxistina hêzan û projeyên pêşniyarkirî kirin.
Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl tekezî li ser hevahengiya zêdetir û karkirina ber bi arasteyî rêkxistina berfirehtir a hêzên Pêşmerge kiriye.a
Kolonel Leonovich li ser dirustkirina hêzeke xurt a yekbûyî diyar kiriye ku dê nakokiyên Kurdan lawaz bike û gotiye: “Bihevrebûna yekbûyî û yekdestiya Kurdan, dê Pêşmerge bihêz dike.”