Balafirên şer yên Tirkiyeyê çend deverên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şer în Tirkiyeyê çend deverên Qendîl, Metîna û Garayê yên li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê bombebaran kirin.

04.10.2023, Çar - 05:46

Balafirên şer yên Tirkiyeyê çend deverên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê îro danê êvarê bi awayekî hemwext herêmên Qendîl, Çiyayê Asos, Garê û Metîna bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, balafirên şer yên Tirkiyeyê êvara îro derdora bajarokê Mawatê yê navçeya Şarbajêr ê Silêmaniyê bombebaran kir.

Di bombebaranê de ti ziyanên canî çênebûye.

Qaymeqamê Mawatê Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihand, îro derdora saet 20:00an balafirên şer devera di navbera gundên Gelale û Sefreyê yên bajarokê Mawatî de bombebaran kirin.

KameranHesen diyar kir ku bombebaran 2 kîlometre dûrî gundê Gelale yê herî mezin ê herêmê ye pêk hatiye û diyar kir ku ti ziyanên canî çênebûne.

Di heman demê de balafirên şer ên Tirkiyeê derdora gundê Bokrîskan ê li Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku li Qendîl, Asos, Gare û Metînayê 16 hedef hatin bombebarankirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk îro danê êvarê bi awayekî hemwext herêmên Qendîl, Çiyayê Asos, Garê û Metîna bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê dibêje ku wan ev operasyona di nav axa Herêma Kurdistanê de, li gorî maddeya 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya mafê rewa yê xweparastinê de pêk aniye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku armanca wan binkeyên PKKyê bû.

Herwiha hat zanîn ku balafirên şer yên Tirkiyeyê li esmanê navçeya Qeladizê, Ranya û Binarê Qendîlê bi nizmî digerin û ev yek di nava xelkê herêmê de bûye sedema tirsê.

Derbarê êrişê îro de heta niha ji aliyê PKKyê ve ti daxuyanî nehatine dayîn lê Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniya xwe ya dawî de gotibû:

“Piştî êrîşa me ya li Enqereyê, balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê bomberanên xwe zêde kirine.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 410 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:14:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x