Balyozê Almanî: Aramiya Kurdistanê bo me pir girînge

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwazî li balyozê Almanya yê Iraqê Siril Nan kir.

10.10.2017, Sal - 12:10

Balyozê Almanî: Aramiya Kurdistanê bo me pir girînge
Nuçe Belav bike

Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatî dayîn waha ye:

Roja sêşem 10.10.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Sîrîl Nan Balyozê Almanya li Iraqê û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê helwesta welatê xwe ya di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û karvedanên wê yên piştî referandûmê bi Serok Barzanî ragihand û eve jî xisterû ku aramî û selametiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girînge. Daxwaz jî kir ku Hewlêr û Bexda bi berev girjî û alozkirinê hengavan netavin û ji bo yarmetîdana her dû aliyan amadehiya Almanya jî nîşanda ku bi navê çareserkirina kêşeyan û rêgirtina li girjiyan bikevin nava guftûgoyan, ji ber ku girjî û alozî ziyanê bi her dû aliyan digihîne.

Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta Almanya kir û eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê li proseyekî aştiyane da deng daye û referandûm îradeya gelê Kurdistanê derxistiye. Tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hîç hengaveke ji bo girjî û aloziyan netave û li gel Bexda amadeyê guftûgoya bi bê merc û bi ajandayekî vekirî bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1096 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:59:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x