Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê êrîşa ser Firokexaneya Erbetê şermezar kir

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski êrîşa ser Firokexaneya çandiniyê ya Erbetê ya li parêzgeha Silêmaniyê şermezar dike.

19.09.2023, Sal - 18:25

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê êrîşa ser Firokexaneya Erbetê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski êrîşa ser Firokexaneya çandiniyê ya Erbetê ya li parêzgeha Silêmaniyê şermezar dike û ragihand: “Em tekeziyê li rêzgirtina li serwerî û yekparçebûna axa Iraqê dikin.”

Alina Romanowski li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Xê (Twittera berê) nivîsand: “Em êrîşa ser Firokexaneya Erbetê ya li parêzgeha Silêmaniyê şermezar dikin û tekeziyê li rêzgirtina li serwerî û yekparçebûna axa Iraqê dikin, ku du faktorên pêwîst in ji bo asayîş û seqamgîriya vî welatî.”

Romanowski herwiha dibêje: “Em sersaxiyê li kesûkarên wan kesan dikin, ku xweşowîstên xwe di wê êrîşê de ji dest dan.”

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke derbarê êrîşa li ser firokxaneya Erebetê ya li Silêmaniyê de belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em her cure binpêkirina serweriya xaka Kurdistan û Iraqê û hemû kiryarên neyasayî yên ku dibin sedema têkdana asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, şermezar dikin.”

Roja duşemê 18ê Îlona 2023an, Firokexaneya Erbetê ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin û di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:26:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x