Berhem Salih: Bombebarankirina Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih bombebaranên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê weke pêşhateke metirsîdar û binpêkirina serwerî û seqamgîriya Iraqê bi nav kir.

01.10.2022, Cts - 07:52

Berhem Salih: Bombebarankirina Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Ev daxuyaniya Berhem Salih di dema pêşwazîkirina Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Qasim Erecî de hat, ku ji bo gotûbêjkirina rewşa ewlehiyê û bombebaranên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê civiyan.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokomarê Iraqê duh 30yê Îlona 2022yan bi daxuyaniyekê ragihand, di civînê de Berhem Salih bal kişandiye ser bombebaranên Tirkiyê jî yên li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û diyar kiriye ku ev nayên qebûlkirin û binpêkirina serweriya welat e.

Di daxuyaniyê de tekezî li ser helwesta Iraqê hatiye kirin ku red dike bibe meydana yekalîkirina milmilaniyan û xaka wê ji bo gefxwarina li asayîş û seqamgîriya welatên navçeyê were bikaranîn.

Roja pêncşemê 29ê Îlona 2022yan, Wezareta Derve ya Iraqê, Balyozê Îranê yê li Bexdayê Mihemed Kazim El Sadiq bangî wezaretê kir û yadaşteke nerazîbûnê da wî.

Heft roj in Îran bi awayekî berdewam navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike û roja 28ê Îlona 2022yan, li Koye, Pirdê, Zirgiwêz baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 14 kes şehîd bûn û nêzîkî 70 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:12:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x