Îro 2ê Mijdarê, beşek ji mûçeyên karmandan, ji Bexdayê gihîşt Herêma Kurdistanê û roja yekşema bê jî beşa din tê şandin.
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dubardanî ji ajansa K24ê re ragihand, 200 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendan ketin hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Da zanîn jî, “Roja Yekşema bê jî 500 milyar dînarên din, ji hikûmeta federal dê bikevin hesabê bankê yê Wezareta Darayî.”
Ev yek di demekê ye, şandina 700 milyar dînar ji bo mûçeyê karmendan Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê mehê de bipaş ketiye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî jî gotibû: “Diviyabû heftiya borî 700 milyar dînar bihata şandin û dest bi dabeşkirina mûçeyan bikira, lê carek din şandina pereyan hat paşxistin.
Li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, divê Wezareta Darayî ya Iraqê mehane 700 milyar dînar wek deyn ji bo mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne, heta ku pişka Herêmê ji mûçeyên giştî were şandin.