Bexda li dijî gelê Şingalê mueyîdek derxist!

Serokê Civata qeza Şingalê diyar kir, hikûmeta Iraqê biryareke nû ya zagonî li dijî gelê Şingalê derxist û hewl didin saziyên Şingalê bo Mûsilê bên veguhestin.

11.10.2017, Çar - 09:02

Bexda li dijî gelê Şingalê mueyîdek derxist!
Nuçe Belav bike

Serokê Civata qeza Şingalê Weysî Nayif ji BasNewsê re diyar kir: ‘’Bexda biryar daye ku rêveberiya nasnameyên kesî veguhêze navenda Mûsilê. Em dibînin Bexda dixwaze hêdî hêdî hemû saziyan ji Şingalê veguhêze navenda Mûsilê. Di demekî ku bi hezaran keç, jin û zarokên me li Mûsilê rastî karesata sala 2014ê hatin, dê çawa îro gelê me ji dilê wan bê berê xwe bidin Mûsilê. Pêwîste Bexda pêdaçûnê li ser vê biryara xwe bike.’’

Herwaha got: ‘’Dê wan rojane emê serdana Bexda bikin û emê daxwazê ji Bexda bikin biryara xwe ya dijî gelê Şingalê hilweşîne. Em razî nabin rêveberiya nasnameyan bo Mûsilê bê veguhestin. Ji ber gelê Şingalê nikare berê xwe bide Mûsilê û pêwîste ew rêveberî li Şingalê bimîne.’’

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 965 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:59:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x