Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyê dide sektora pîşesazî û hewl dide jî di paşerojê de bi avakirina herêma pîşesazî re, ev sektorê zêdetir bi pêş bixe.”
Her wiha got: “Ev sektor derfetên zêdetir ên karkirina rasterast û nerasterast ji bo xelkê peyda bike û bi rêya kargehan keresteyên pêwîst li Kurdistanê dabîn dike. Sermayeya ku berê diçû derveyî Herêma Kurdistanê, niha li nava Kurdistanê veberhênan pê tê kirin.”
Mihemed Şukrî derbarê berhemên navxwe de got: “Yasaya parastina berhemên navxweyî li Kurdistanê tê cîbicîkirin. Em dixwazin berhemên kargehan bên parastin da ku li bazarên Kurdistanê bên firotin. Di vî warî de gavên baş hatin avêtin û biryarên pêwîst ji bo parastina hilberîna navxweyî ji aliyê Encûmena Wezîran ve tên derdikevin.”
Serokê Desteya veberhênanê got jî: “Berhemên kargehên navxweyî divê bên parastin, eger na, em ê nikaribin bi yên welatên cîran re hevrikiyê bikin.”