Brîtanya û Herêma Kurdistanê rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê îro li Hewlêrê civiyan.

25.05.2022, Çar - 12:59

Brîtanya û Herêma Kurdistanê rewşa Şingalê gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê îro li Hewlêrê civiyan. Di civînê de rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê, rewşa Şingalê û tevgerên DAIŞê gotûbêj kirin û tekez kirin ku hebûna nêrîn û têgihîştineke hevbeş di navbera aliyên Iraqî de ji bo çareserkirina pirsgirêkan giring e.

Îro Şarşembê 25ê Gulana 2022, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê li Marc Bryson û şandeya siyasî û leşkerî ya pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin, “Di civînê de pêşxistina têkiliyên Brîtanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya li Iraqê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, şerê li dijî DAIŞê û bi taybetî li navçeyên maddeya 140, guhertinên av û hewayê û bandorên wê li ser Iraq û Herêma Kurdistan û deverê bi giştî hatin gotûbêjkirin.”

Di civînê de herdu aliyan tekezî li ser giringiya hebûna nêrîn û têgihiştina hevbeş a aliyên Iraqî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan kir û “hevhizir bûn ku eger biryar û îradeya siyasî hebe derfet heye hemû alî bigihin çareseriyekê û proseya siyasî ji vê rewşa têda xtimî derbas bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê derbarê rewşa Şingalê û pêşhatên wê de jî axivîne û herdu aliyan dilgiraniya xwe ji dubare koçberbûna xekê Şingalê nîşan daye.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de li ser mijarê tê gotin, “Her du aliyan dilgiranî û nerehetiya xwe li hember rewşa Şingalê û bûyerên li wê deverê qewimîn, nîşan dane ku bûne sedema careka din xelkê wê deverê koçber bibin.”

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê di vê hevdêtinê de diyar kirine ku giring e hikûmeta Federal a Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona vegerandina aramiyê bo herêmê bi hev re kar bikin.

Li gor daxuyaniyê, serdana Serok Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê û civînên wî ligel aliyên siyasî, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û peywendiyên Iraqê ligel cîranan hejmarek mijrên din bûn ku di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:41:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x