'Çareseriya herî baş a pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Iraqê konfederalîzm e'

Di çarçoveya 2yemîn Foruma Hewlêrê de panelek bi sernavê “Iraq: Bîst sal piştî dîktatoriyê” hat lidarxistin.

02.03.2023, Per - 05:45

'Çareseriya herî baş a pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Iraqê konfederalîzm e'
Nuçe Belav bike

Di panela “Iraq: Bîst Sal Piştî Dîktatoriyê” vekolerê Siyasî Sadûn Sadî û Damezrîner û Rêveberê niha yê Navenda Lêkolînên Iraq Fransî (CFRI) Dr. Adil Baxewan wek axaftvan beşdar bûn.

“sîstema herî baş sîstema konfederal e”

Sadûn Sadî bal kişand ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û got, "Çareseriya herî baş a pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê derbasbûna sîstema konfederal e."

Sadî xwest ku di sîstema ku wî pêşniyar kiribû de Herêma Kurdistanê bi giranî serbixwe be û divê di mijarên wekî berevanî, ewlehî û siyaseta derve de girêdayî Bexdayê be.

“Nasnameya neteweyî li Iraqê winda bû”

Sadî diyar kir ku li Iraqê nasnameya neteweyî winda bûye û wiha got: "Çareseriya herî baş a ji bo rewşa niha ya Iraqê ew e ku sîstema siyasî ji sîstema federalî bibe sîstemeke konfederal wek yek dewlet û du sîsteman."

Sadî pêvajoya ku Rejîma Seddam Huseyîn hilweşand nirxand û dibêje “Di sala 1991ê de, Herêma Kurdistanê ji hikûmeta navendî serbixwe bû. Li gel ku li Herêma Kurdistanê nêrîneke stratejîk a rasteqîn heye, nêrîna birêz Mesûd Barzanî û hemû birayên wî yên li Herêma Kurdistanê jî nêrîneke stratejîk a rastî bûye.

Sadî got "Bêguman Iraq ji derbasbûna ji rejîmeke şovenîst bo sîstemeke demokratîk sûd wernegirt," herwiha Sadî diyar kir ku ne hêsan e ku demokrasiyê ji derve bînin welatekî xwedî dîroka dîktatoriyê.

“Ew ne partî lê dikanên siyasî bûn”

Sadî zêdebûna hejmara partiyên siyasî yên li Iraqê bi taybetî li naverast û başûr wek pirsgirêk dinirxîne û got “Ev ne partî jî bûn, dikanên siyasî bûn, ev yek bandor li sîstema siyasî û netewî kir.

“Li herêma Kurdistanê serokatiya zikmakê heye”

Sadî amaje bi wê yekê kir ku li herêma Kurdistanê serokatiya zikmakê heye û got “heta niha ti serkirdeyekî Iraqê ne serokek zikmakî bû. Armanca min Hikûmeta Navendî ye, lê li Herêma Kurdistanê heye û malbata Barzanî jî xwedî vê serkirdayetiyê ye.”

Damezrîner û rêvebirê niha yê Navenda Lêkolînên Iraqê Fransî (CFRI), axaftvanê din ê panelê Dr. Adil Baxewan diyar kir ku li Iraqê pirsgirêkên rasteqîn têne piştguhkirin.

Baxawan diyar kir ku “Li Iraqê xeta sor nîne” û desthilatdar dikarin qanûn û Destûra Bingehîn binpê bikin û li gorî berjewendiyên desthilatdaran peyman tên çêkirin.

“Guhertina keşûhewayê bandor li Herêma Kurdistanê kir”

Bakawan bal kişand ser guherîna leza keşûhewayê ya li Iraqê û dibêje “Guhertina keşûhewayê bandor li Herêma Kurdistanê kiriye, lê li başûrê Iraqê guherîna keşûhewayê dibe sedem ku Iraq her sal 100 kîlometre erdê çandiniyê ji dest bide. Ji ber vê yekê, li gorî texmînên ku me li ser dixebitin, heta sala 2050'an Iraq dê ji sedî 47'ê zeviyên xwe yên çandiniyê ji dest bide û nirxê petrolê li bazarên cîhanê dê bi awayekî berbiçav dakeve, di wê rewşê de neft nikare nan û çandiniyê ji îraqiyan re peyda bike.”

“Civaka navneteweyî ji pirsgirêkên Iraqê bêzar bûye”

Bakawan got “Iraqî hîn fêrî axaftinê nebûne, lê ew dixwazin kesên din fêrî axaftinê bikin.” Bakawan diyar kir ku niha dema axaftinê ye, civaka navdewletî ji pirsgirêkên Iraqê bêzar bûye û pêwîste Iraqî li ser sîstema konfederalîzmê li hev bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:43:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x