Çekya: Em Amade ne alîkarî bidin Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Çekya yê li Iraqê Jan Vycital û Konsola Çekya li Herêma Kurdistanê Eva Drdakova kir.

15.12.2017, Cum - 06:42

Çekya: Em Amade ne alîkarî bidin Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya malpera hikûmeta Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Çekya yê li Iraqê Jan Vycital û Konsulê Çekya ya li Herêma Kurdistanê Eva Drdakova kir.

Jan Vycital behsa serdana xwe kir û ragihand ku ew dixwaze ji nêz ve rewşa Herêma Kurdistanê û ji mekanîzmaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derbasbûna qeyranan agahdar bibin û herwiha li gel berpirsên HKurdistanê bicive û piştre biçe serdana kampên awareyan.

Vycital di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Li ser kar û çalakiyên me ên li Iraq û Herêma Kurdistanê û gihandina alîkariyan bi rêya rêxistinên taybet, bi hemahengiya li gel saziyên hikûmetê bo Herêma Kurdistanê. Welatê me amade ye di her warî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike."

Barzanî jî spasiya serdan û alîkariyên Çekyayê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir û amaje bi sedemên derketina qeyranê û tekezî li ser wê yekê kir ku tevî kêmbûna aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê ti gotûbejeke ji bo çareserkirina pirsgirêkan tine ye û Herêma Kurdistanê jî Destûra Iraqê weke bingeheke ji bo çareserkirina pirsgirêkan dibîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 883 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:07:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x