Civata Wezîran danûstandinan li ser çend pirsan dike

Îro (Çarşem, 13ê Berçileya 2023ê) bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dê civîna xwe ya asayî bike û dê danûstandinan li ser çend mijaran dike.

13.12.2023, Çar - 11:51

Civata Wezîran danûstandinan li ser çend pirsan dike
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medya û Zanyaran ragehand, pareka wê civînê dê girêdayî helsengandina rêkarên hawarhatina şaristanî û lêkolînên sedemên rûdana agirberbûnê ya avahiyê Îdareya Serbixwe ya Soranê, ku li 8ê vê mehê qewimî û bû sedema mirina 14 kesan û birîndarbûna çend kesên din.

Di pareka dî ya wê civînê de, biryara dawiyê li ser raporta Cîgirê Serokê Civata Wezîran bê dan ku girêdayî pirsa zêdebûna hejmara haletên tundûtîjiya dijî jinan û berçavkirina rasparde û çareseriyan bû.

Ew raport di civîna pêştir a Civata Wezîran de hatibû berçavkirin lê biryardan li ser wê raportê ji bo vê heftiyê hat paşxistin.

Para dawiyê ya wê civînê dê li ser danûstandinên raporteka Wezîrê Karebayê yê Herêma Kurdistanê be, ku li ser rewşa karbeayê û arêşeya vemirindina giştî ya sîstema karebayê û bizava wezaretê ji bo zêdekirina berhemanîn û vegerandina karebayê ye.

Her girêdayî wê pirsê, danûstandin dê li ser bernameya Prepaid û bihayê wê jî bên kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:29:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x