Ciwanekî tenê 4 mehan piştî zewacê hevjîna xwe kuşt
Ciwanekî li bajarê Hewlêrê tenê çar mehan piştî zewacê hevjîna xwe bi guleyan kuşt û xwîşkeke wê jî birîndar kir.
Ciwanekî li bajarê Hewlêrê tenê çar mehan piştî zewacê hevjîna xwe bi guleyan kuşt û xwîşkeke wê jî birîndar kir.
Li gor zanyariyan, ciwanê bi navê Heryad bi çek êrîşî mala xwezûrê xwe kiriye û gule berdane hevjîna xwe ya bi navê Evîn û ew kuştiye. Di wê navberê de gule li xwîşkeke hevjîna wî jî ketine û ew jî bi giranî birîndar bûye û li gor zanyariyan, rewşa wî ya tendirustiyê ne baş e.
Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:29:41