DAIŞê li Kerkûk elektrîka çend deveran qut kir
Berpirsê dezgeha ragehandinê ya tora elektirîkê ya Kerkûkê Elî Keram,da zanîn ku terorîstên DAIŞê birca elektirîkê jimare 26 li nahiyeya Multeqa ya parêzgeha Kerkûkê ku elektrîkê dide çend deverên parêzgeha Kerkûkê teqandin.
Derbarê bûyerê de, berpirsê dezgeha ragehandinê ya tora elektirîkê ya Kerkûkê Elî Keram ji (Basnews) re ragehand: duh pêncşemê 18/8/2022 terorîstên DAIŞê birca elektirîkê jimare 26 li nahiyeya Multeqa ya parêzgeha Kerkûkê ku elektrîkê dide çend deverên parêzgeha Kerkûkê teqandin.
Di berdeewamiyê jî de Elî Kerem got: "Armanca terorîstan diyar e ku ew karên wiha dikin ku zirarê bidin xelkê û ew kiryar terorîstî ye."
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:50:30