Dengên Kurdan li Diyala û Selahedînê

Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Nînovayê 4 û li Kerkûkê jî 2 kursî bi dest xistin.

20.12.2023, Çar - 06:15

Dengên Kurdan li Diyala û Selahedînê
Nuçe Belav bike

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê 5 kursî, li Nînovayê 2 û li Diyalayê jî kursiyek bidest xistin.

Hevpeymaniya Gel a Nînovayê ku YNK jî beşek ji wê hevpeymaniyê bû li parêzgeha Nînovayê bi giştî 5 kursî bidest xistin.

Li gorî encamên Komîsyona Hilbijartinan, PDKyê li Nînovayê 127 hezar û 938 deng, li Kerkûkê 46 hezar û 749 deng û li Diyalayê jî 6 hezar û 804 deng bi destxistin.

Herwiha YNKyê jî li 45 hezar û 939 deng, li Kerkûkê 139 hezar û 373 deng û li Diyalayê jî 23 hezar û 715 deng bi dest xistin.

Li aliyê din Nifşê Nû jî li Kerkûkê 24 hezar û 620 deng bi dest xistin.

Encûmena Parêzgeha Nînovayê ji 29 kursiyan pêk tê ku 3 ji wan kotaya mesîhî û êzîdî ne.

Li gorî encaman, kursiyên partiyan di encumena parêzgeha Kerkûkê de wiha ne:

YNK: 5 kursî

Hevpeymaniya Erebî: 3 Kursî

PDK: 2 kursî

Eniya Tirkmenî: 2 kursî

Qiyade: 2 kursî

Urube: 1 Kursî

Kursiyên partiyan li Nînovayê dê wiha ne:

Nînowa Lîehliha: 5 kursî

PDK: 4 kursî

Ehlî Nînowa (YNK jî tê de): 5 kursî

Teqedûm: 2 kursî

Siyade: 2 kursî

Hedba: 2 kursî

Peymana Neteweyî: 3 kursî

Hewiya Watanî: 2 kursî

Watani Lîtecdîd: 1 kursî

Hasim: 2 kursî

Ezm: 1 kursî

Kursiyên partiyan li Diyalayê:

Diyalatûna: 4 kursî

Teqedûm: 3 kursî

Siyade: 3 kursî

Ezm: 2 kursî

Îstîhqaq: 1 kursî

Esas: 1 kursî

YNK: 1 kursî

Kursiyên partiyan li Selahedînê:

Ezmî Medenî: 2 kursî

Îtari Weteni: 2 kursî

Siyade: 2 kursî

Hasm (PDK jî tê de): 2 kursî

Cemahîr: 5 kursî

Teqedûm: 2 kursî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x